Hat ragihandin ku li Balefirgeha Adenê ya Navneteweyî ya ku ji ber bûyerên ku li Sanaya paytextê Yêmenê diqewimin, seferên wê hatibûn rawestandin û seferan ji nû ve dest pê kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên balefirgehê hatin bidestxistin, balefirgeha li Adenê duh hat girtin û îro dîsa seferan dest pê kir. Dan zanîn ku piştî ku Serokomar Ebdûrebbû Mansûr Hadî û Hûsiyan li hev kir, ev biryar hat dayîn.
Li Yêmenê ev demeke dirêj e ku pevçûnên siyasî berdewam dikin û piştî ku Misûrê Ofîsê yê Serokomar Hadî, Ehmed Awad bîn Mubarek di 17ê kanûna paşîn de hat revandin, rageşî zêde bibû û piştî ku Hûsiyan êrîşî Qesra Serokomariyê û avahiya Hadî ya li Kolana Sîttînê kir, rageşî zêdetir bibû. Hatibû îdiakirin ku Hûsî piştî van geşedanan pêr ketin Qesra Serokomariyê.
Balefirgeha Adenê ya Navneteweyî wekî duyemîn balefirgeha herî mezin a welêt tê zanîn û ji ber bûyerên li Sanayê duh seferên balefirgehê hatibûn rawestandin. Bi şev hatibû eşkerekirin ku Serokomar Hadî û Tevgera Hûsî Ensarûllahê di mijarên guhertina pêşnûmaya destûra bingehîn de, tetbîqkirina Peymana Hevkariya Neteweyî û Aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên ku di mijara ewlehiyê de diqewimin de li hev kirin. Her wiha hatibû gotin ku Hûsiyan temînat da ku Midûrê Ofîsê yê Serokomar Ehmed Awad bîn Mubarek berdin.