Hat ragihandin ku li Yêmenê di şerê navbera milîsên Tevgera Ensarullah (Hûsî) û alîgirên (Komîteyên Berxwedana Xelkê) Serokomar Abdurabbu Mansur Hadî de di nav 24 saetên dawîn de piranî jê sivîl, 20 kes mirin û 70 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji şahidên şer hatin hildan, Hûsiyan xwest ku bikevin bajarê Kreyterê û li ser vê jî endamên Komîteyên Berxwedana Xelkê nehişt û di nav taxên bajêr de şer dest pê kir. Ji ber şer hin xanî şewitîn û hin sivîl jî mirin.
Hat ragihandin ku di şerê li El-Mansura, Dar Sa'd û Şeyh Osman a bajarokên Adenê ya di navbera Hûsî û Komîteyên Berxwedana Xelkê derket de jî bi dehan mirî û birîndar hene.
Di şer û pevçûnên ku 24 saetên dawîn pêk hatin de piraniya wan sivîl 20 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.