ADEN
Hat ragihandin ku hêzên koalîsyona ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike, êrîşa hewayî bir ser kampa El-Aneda ya tevgera Hûsî Ensarullahê ya li Lachê.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan, bi rêya êrîşa hewayî zirareke mezin dan hûsiyan. Hat ragihandin ku piştî êrîşê ji cihên cuda cuda yên kampê dûman hilkişiya.
Maweya agirbesta ku hefteya borî roja sêşemê hatibû çêkirin, duh na pêr xilas bibû.
Koalîsyona ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ji bo li Yêmenê pêşiya Hûsiyan bigre, di 26ê adarê de êrîşa bi navê "Bahoza Biryardariyê" dabû destpêkirin. Li Yêmenê ser bangewaziya hikûmeta Hadî, hatibû diyarkirin ku operasyona ku dabûn destpêkirin di 21ê nîsanê de bi dawî bû û hatibû ragihandin ku êdî ji bo gelê Yêmenê operasyona "Vegerîna Hêviyê" dest pê kiriye.
Li Riyada paytexta Erebistana Siûdî konferansa bi navê "Rizgariya Yêmenê û Damezrandina Dewleta Federal" hatibû lidarxistin û Îsmaîl Weled Şêx Ehmedê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Yêmenê li vir axivîbû. Ehmed li vir teleb kiribû ku maweya agirbesta Yêmenê herî kêm 5 roj bê dirêjkirin.
Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil el-Cûbeyr li Yêmenê agirbesteke bi qasî 5 rojan îlan kiribû (12ê gulanê dê dest pêbikira), hatibû diyarkirin ku li herêma Ed-Dalî, Taîz û El-Cewfê agirbest hatiye îxlalkirin.