Fatih Gazioğlu
2019 ж. 16 тамыз•Rojanekirin: 2019 ж. 17 тамыз
Rêveberiya Konseya Berwext ya Başûr ya ku Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb (MYE) piştgiriyê dide wan daxuyaniyek da û gotin ku ew ê li başûrê welêt ji bo avakirina dewleteke federal ya serbixwe xebatên xwe bidomînin.
Endamên konseyê li bajarê et-Tuwahiya li ser Adenê kom bûn û daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê da wiha gotin: "Li başûrê welêt hedefa me dewleteke federal ya serbixwe ye. Em ji vê hedefa xwe vagêr nabin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku paşda avêtina vê daxwazê wê li dinyayê û herêmê bibe sedema pirsgirêkên nû û êdî îmkana çareseriyê ji holê rake.
- Spasiya koalîsyona Ereban û Erebistana Siûdî kirin
Konseya Berwext ya Başûr ji ber di heyama krîza Adenê da alîkarî û piştgirî dan wan spasiya endamên koalîsyona Ereban û Erebistana Siûdî kir.
- Çi bûbû?
Li Yêmenê hêzên Hîzam el-Emniyê yên ku girêdayî Konseya Berwext ya Başûr 10 tebaxê ketibûn Adena paytext. Hêzên Hîzam el-Emnî Qesra Serokomariyê ya Maşikê û hin saziyên dewletên yên stratejîk hildabûn bin kontrola xwe.
Serokomarê Yêmenê Abdurrabî Mansûr Hadiyê ku niha li Riyada paytextê Erebistana Siûdî dimîne vê dagirkirinê wekî "derbe" binav dike.
Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb jî hem piştgiriyê dide Konseya Berwext ya Başûr û hem jî dijî Hûsiyan alîkariyê dide koalîsyonê.
Hûsî ji îlona 2014an vir da Sanaya paytext û hin herêmên Yêmenê di kontrola xwe da digirin. Koalisyona Erebistana Siûdî pêşîkêşiyê dike jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.
Li Yêmenê di pevçûnên ku 4 sal e dewam dikin da bi hezaran mirov hatin kuştin. Yêmen yek ji welatên herî feqîr ên cîhanê ye û qeyrana mirovî ya ji ber şerê navxweyî jî gelekî zêde bûye.
- Li başûrê welêt daxwaza cudabûnê zêde dibe
Li Yêmenê beriya 1990 li bakur û başûr du dewletên cuda hebûn. Herdu dewlet di sala 1990an da gihîştibûn hev û bibûn yek dewlet.
Li welêt şerê di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê da hê didomin ji aliyekî va jî li başûrê welêt daxwaz û fikra "cudabûnê" her roj zêde dibe. Di vê çarçoveyê da li başûr bi navê "Tevgera Başûr" hereketek hatibû avakirin.
Tevgera Başûr bi hinceta şer û krîza li welêt diqewime di gulana sala 2017an da bi navê Konseya Berwext ya Siyasî tevgereke nû ava kiribû.