HEWLÊR
Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqa Federal bûyerên tundiyê yên li Îraqê şermezar kirin.
Rêveberiyê di malpera xwe de bi daxuyaniyeke fermî daxuyand ku Kerkuk di serî de tundiya li hemû bajarên Îraqê şermezar dikin.
Rêveberiyê diyar kir ku ji ber teqînên li Kerkukê ku tê de 38 kes miribûn û 30 kes jî birîndar bibûn gelekî xemgîn in. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ji ber êrîşa terorî ku duh êvarê li Kerkukê qewimî pir xemgîn in. Di encama êrîşê de bi dehan welatiyên me şehîd ketin û birîndar bûn. Em vê buyera dermirovahî şermezar dikin. Em sersaxiyê didin merivên şehidan û ji bo birîndaran jî ji Xwedê şîfayê dixwazin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ewlehiya can û malê gel divê hemû tewdîr bêne sitendin û divê kiryarên bûyerê zûbizû werin tespîtkirin.