BÎNGOL
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, piştî vekirina Balafirgeha Bîngolê çû serdana Walîtiya Bîngolê. Piştre li bexçeyê Fakulteya Fen û Edebiyatê ligel berdevkên rêxistinên sivîl, mirovên rûspî, karsaz û welatiyan beşdarî fitarê bû.
Serokwezîr Erdogan, piştî xwarina fitarê li kampusa zanîngehê bangî welatiyan kir:
"Ez hêvîdar im ku Xweda bibe alîkarê birayên me yên li welatên wek Myanmar, Somalî, Bangladeş, Misir û Suriyê. Ev birayên me di şîn û girînê de fitara xwe vedikin. Di gel ku di nav hejarî, tunebûn û zilmê de ne jî hezkirina Xweda, Pêxember û Qur'anê ji dilê wan dernakeve. Xweda bi dilovaniya xwe bi wan re bike û diayên wan qebûl bike. Di meha Remezanê de sabir dikeve rojeva me. Ji navên Xweda yek jê jî 'Es Sabur' e. Xweda sebir dike û ji yên ku bisebr jî hez dike. Me heta îro gelek zilm, heqaret, neheqî û provakasyon dîtîn. Li hemberî hemûyan me sebir kir û em bi ser ketin."
Serokwezîr Erdogan, diyar kir ku gelek caran rastî muxtira û derbeyan hatine û wiha dewam kir: "Me dît ku li Tirkiyê hêzên tarî, dixwazin xisarê bidin biratî û hevkariya me, lê ew bi ser neketin. Miletê me rê neda wan."
Erdogan, wisa dewam kir: "Jana birayên me, yên myanmarî yên suriyeyî ku di bin bombeyan de zararzarê dikin û ya birayên me yên misrî ku derbeya leşkerî li wan hate kirin, di dilê me de ye. Hin kes dixwazin aqil bidin me. Dibêjin 'ev siyaseta derveyî tek çûye.' Çima wisa dibêjin? Ji ber ku me guh da derdê van welatan. Yên ku vê yekê dibêjin, ne xwediyê hişmendiya dîrokê ne. Ew ji dîrokê fêhm nakin. Em nikarin li hemberî zilmê bê deng bimînin. Yan em ê bi destê xwe mudaxele bikin yan em ê bi zimanê xwe mudaxele bikin yan jî em ê ji vê zilmê buxz bikin. Em nikarin bibin wek şeytanên bêziman. Dema ku zilm li birayên me were kirin, em nikarin bibêjin ji me re çi."
Erdogan, dest nîşan kir ku bi çavê berjewendiyê li biratiyê nanêrin û wiha pê de çû: "Hin kes çav berdidin dolar û awroyan û dikevin rêzê. Em ne wekî wan in. Biratiya me ne li gorî berjewendiyan e. Em xebitîn û me bi keda destê xwe Tirkiyeya 10 sal berê, 3 qat pêşve bir."
Erdogan, da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê li hemberî biratiyê bûn û wan qet guh neda wan polîtîkayan. Piştre jî got ku herêm hatibû piştguhkirin û ev yek ji li hemberî biratiyê bû. Serokwezîr Erdogan, wiha dewam kir: "Me,10 sal û nîv berê gelekî têkoşîn kir ku em herême pêşve bibin. Bi heman awayî me xwest ku xwîn nerijê û hêstirên dê û bavan nebarin. Me ev yek ji bo pêkanîna biratiyê kir. Înşaeleh em ê bi ser kevin. Li gel ku provakasyon têne kirin jî pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî didome."
Erdogan dazanîn ku ji bo ewlehiya nav zanîngehan, li şûna yekîneyên taybet dê polês bixebitin.