QAHÎRE
Li Misrê piştî derbeya li dijî Serokomarê hilbijartî Mûhammed Mûrsî 10 roj derbas bûn lê hîn nayê gotin ku Mûrsî li ku derê ye.
Li gor daxuyaniya ewil, hatibû gotin ku Mûrsî û malbata wî beriya pêşanên 30ê Hezîranê li Baregeha Muhafizên Komarê ye. Pêşanderên ku dibêjin Mûrsî hê jî li wir e, li pêş Baregeha Muhafizên Komarê û li Rabîatul Adewiyyeyê çalakiyên xwe didomînin.
Tê axaftin ku Mûrsî li rojhilata Qahîreyê li navendeke olîmpiyadê ya leşkeriyê an jî nêzî bajarê Îsmailiyeyê li cihekî leşkerî tê veşartin.
Wezîrê Karên Derve yê Misrê Mûhammed Kamîl Amr gotibû ku Mûrsî li cihekî ewle tê girtin û bi wî re baş tevdigerin. Çavkaniyeke din ya ewlekariyê jî îfade kiribû ku Mûrsî bi sûcê "Bi hêzên biyanî re tekîlî daniye û ji Girtîgeha Gelîyê Natrûnê firar kiriye" tê tawanbarkirin. Ji ber vê yekê heta ku doz û lêpirsîna wî biqede, wê li cihekî bê girtin.
Hin siyasiyên wek Serokê Partiya Demokrat ya Misrê Ebû el-Gar jî dibêjin heke Mûrsî serbest bê berdan, qeyrana li welêt wê çareser bibe.
"Heke Mursî bizivire li ser karê xwe dibe ku hibijartin zû bê kirin"
Ji serokên Îxwanê Mûhammed Baltaci diyar kir heke Mûrsî dîsa were li ser karê xwe û qanûn bikeve rewacê dibe ku hilbijartin zû bê kirin û got: "Heke gelê Misrê ne bi derbeya leşkerî, bi demokrasiyê, di şûna Mursî de yekî din hilbijêre ez ê pir kêfxweş bibim."