QAHÎRE
Li paytext Qahîreyê alîgirên Mûrsî li Qada Rabîatul Adewiyeyê pêşanên xwe bê navber didomînin. Gel piştî derbeyê Qada Rabîatul Adewiyeyê ya ku nêzî mala Mursî ye, ji xwe re hilbijart û dev ji dirûşma "Em Serokomarê xwe dixwazin" berneda.
Ji 100 hezarî zêdetir çalakvan di dest wan de wêneyên Mûrsî û bi pankartên "Artêş bicehime, Mûrsî were li ser wezîfa xwe" 24 saetên xwe li meydanê derbas dikin. Gel dide zanîn ku heta Mûrsî neyê li ser wezîfeya xwe, ew ji meydanê naçin. Ew li meydanê bi hev re fitara xwe vedikin, paşîva xwe dixwin û nimêjên xwe dikin.
Li Rabîatul Adewiyeyê ji bo 84 kesên ku di nimêja sibê de hatibûn kuştin jî nimêj hat kirin.
Li bajarê Refahê operasyon zêde bûn
Li Misrê piştî ku artêşê dest da ser birêvebiriyê, bûyerên ku li Nîvgirava Sînayê dest pê kiribû bê navber dewam dike.
Pisporên leşkerî piştî ku artêşê dest da li ser birêvebiriyê û Serokomar Mûhammed Mûrsî ji wezîfeya wî dûr xist, herêma Sînayê didin ber çavên xwe û dibêjin ku artêşê wê demeke dirêj li hember komên biçek yên ku li herêmê ne, bisekine.