Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek ji ber vebûna parlementoyê resepsiyon da û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî resepsiyonê bû û wir bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan nêrînên xwe yên der barê Tezkereyên Iraq û Sûriyeyê de eşkere kir û wiha got: "A rast ez piştgiriyê didim vê tezkereyê. Ji ber ku me di Lijneya Giştî ya NYyê de jî axaftinê kir, Ji aliyekî ve em endamên NATOyê ne, ji liyê din ve jî em di pozîsyona welatekî ku di bin xetereyê de ne û em dibînin ku li herêmê rêxistinên terorê di çi astê de ne. Em divê helwesta xwe ya li dijî van nîşan bidin. Heta niha jî me di xebatên di nav xwe de jixwe heta astekê hatin."
Serokomar Erdogan der barê îdiayên dibêjin ku Tirbeya Silêyman Şah ji aliyê DÎŞIyê ve hatiye dorpêçkirin jî wiha axivî: "Ev tiştên han hemû derew in. Niha heke li ser Tirbeya Silêyman Şah tiştek çêbe, pêngava ku dê Komara Tirkiyeyê biavêje û helwesta ku dê nîşan bide diyar e. Em hesasiyeta xwe ya di vê mijarê de jixwe diparêzin."