Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Misirê li bakurê Sînayê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de 7 kes mirin û 15 kes jî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ewlekariyê hêzên ewlehiyê li bajarê Sînaya Bakur li hember "Ensar Beyt el-Makdîsê" operasyon kirin. Di operasyonan de 7 kes mirin û 15 kes jî hatin binçavkirin. Ji bilî vê 15 hucreyên terorê jî hatin xirabkirin.
Rêxistina Ensar Beyt el-Makdîsê ku nêzî selefiya ye di 14ê nîsana 2014an de wek rêxistina terorê hatibû îlankirin.