Hat ragihandin li 9 bajarên Efganistanê dijî militanên Talîbanê operesyon kirin. Di operesyonan de 35 militan hatin kuştin, 5 leşker jî mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Efganistanê, operasyon li bajarên Helmand, Kapîsa, Kûnar, Paktîka, Paktiya, Nîmroz, Zabûl, Kandahar û Nangaharê hatin kirin. Di operasyonan de 35 militan hatin kuştin, 5 leşker jî mirin.
Her wiha di daxûyaniyê de ragihandin ku di operasyonan de gelek cebilxane bidestxistin û 72 bombeyên ku ji aliyê Talîban ve li cihên cuda di kêlaka rê de hatibûn bicihkirin derxisitin.
Ji aliyê din ve îro serê sibê li bajarê Hostê di êrîşên balafira bêmirov ya NATOyê de 7 militan hatin kuştin.