Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî got Mesûm zagonê îxlal dike û ew ê dozê li Mesûm veke, Berdevka Karên Derve yê DYAyê Marîe Harf daxuyanî da.
Harf got ku Amerîka rewşa Iraqê ji nêz ve dişopîne û bi serokên ıraqî ve têkiliyan datîne û wiha axivî: "Amerîka, ji ber wezîfeya wî ya ku garantorê zagona Iraqê ye, piştgiriyê dide Serokwezîrê Iraqê Fûad Mesûm."
Harf destnîşan kir ku ew ê piştgiriya xwe bidomînin ku li Iraqê rewşeke aram bibe û ew ê li hember hewldayînên zor û zextê, zagonî û adlî yên ku dixwazin encamekî bi dest bixin bisekinin.
Harf daxuyand ku ew ê bi taybetî piştgiriyê bidin hikûmeteke ku li hember DÎŞIyê têkoşînê dide û wiha axivî:
"Hikûmeteke wiha nû û her kesî hembêz dike dê welêt bike yek û piştgiriya welatên din û ya navneteweyî hilde. Ev jî rêya herî baş e."