Waliyê Enbarê Ahmed Xelef ed-Dûleymî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di operasyonên ku polêsên herêmê û hêzên ewlehiyê bi hevkarî kirin de 55 endamên IŞÎDê hatin kuştin.
Dûleymî destnîşan kir ku pevçûnên herî giran li herêma Elbû Faracê diqewîme û di pevçûnan de 2 zarok û 2 jî jin mirine.
Ji aliyê din ve çavkaniyên eşîran dan zanîn ku bajarê Ramadiyê di bin kontrola Şoreşgerên Eşîran de ye û li wê derê tu endamekî IŞÎDê tuneye.
Serê heftê li Ramadî, Fellûce û Enbarê pevçûnan dest pê kiribû û El-Qaîde û IŞÎDê diyar kiribûn ku Ramadî û Fellûce girtine bin qontrola xwe. Li ser vê di navbera artêşa Iraqê û endamên IŞÎDê de pevçûnên giran derketin.