WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) Marîe Harfê der barê operasyonên navenda wan Stenbol e de daxuyanî da. Lewra dihat îdiakirin ku ev operasyon bi alîkarî û planên Amerikayê hatiye kirin. Harfê got: "Ew tiştên ku tên gotin derew in. Ji ber tiştên ku rayedarên Amerikayî pê tên sûcdarkirin me fikarên xwe bi rayedarên tirk re parve kir."
Di civîna rojane ya Wezareta Karên Derve ya DYAyê de Harfê der barê mijarê de xeberda û wiha dewam kir:
"Em lêpirsîna wan operasyonên navenda wan Stenbol bû ji nêz ve dişopînin. Bi Tirkiyeyê re têkiliyên me yên gelekî baş hene. Der barê hiqûq, edalet, daraz, azadiya çapemeniyê û hin mijarên din de kêmasiyên Tirkiyeyê ku hene û em bi salan e ku der barê wan de fikarên xwe radigihînin hikûmeta tirk. Ev meseleya ku tê gotin pirsgirêka Tirkiyeyê ye û em jî ji nêz ve dişopînin."
Ji Harfê hat pirsîn "Gelo ji bo hilweşandina hikûmeta Tirkiyeyê we planeke wiha kir yan na?" Li ser vê pirsê Harfê got: "Na me tu tiştekî wisa nekir û em vê sûcdarkirinê jî qebûl nakin. Lewra ez dîsa dibêjim ev meseleya nav Tirkiyeyê ye."