AGRI
Namzetê Şaredariya Agiriyê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sirri Sakik got: "Em li nijada wan kesên ku tirk, kurd, ecem, azerî yan jî tirkmen in û li vî bajarî dijîn nanêrin, em ê li nasnameya tu kesî nenêrin.
Li Agiriyê partiyî û welatiyan Sakik bi kulîlkan pêşwazî kirin. Sakik ji bo welatiyên ku li ser kolana Erziromê kom bûbûn xeberda û diyar kir ku dema ku ew bibe şaredar di şaredariya Agiriyê de dê rêveberiyeke zelal, paqij û bêgendelî bi cih bike.
Sakik destnîşan kir ku ew ji bo tiştên ku nikaribin ji Agiriyê re bikin soz nadin û wiha pê de çû: "Piştî hilbijartinên di 30yê adarê de dema ku em bên hilbijartin ne tenê em hevserok, em ê bi 108 hezar kesên ku li vê derê dijîn hev re bajêr birêve bibin. Em li nijada wan kesên ku tirk, kurd, ecem, azerî yan jî tirkmen in û li vî bajarî dijîn nanêrin, em li nasnameya tu kesî nanêrin. Agirî jî wek bajarên din ji bo me girîng e."