ERBÎL
Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal qedexeya îthalata zebeşê hat rakirin.
Wezareta Çandinî û Zîraetê ya herêma Kurdistanê, ji bo îthalata zebeşan rêzikname derxist. Li gorî rêziknameyê, êdî dikarin ji welatên ciran zebeşan bikirin.
Li Iraqa ku germahî digihêje 50 pileyî, zebeş gelekî tên xwarin. Zebeşên ku li welêt tên çandin têra gel nakin û bihayê wan jî gelekî zêde dibe. Ji ber vê jî destura îthalatkirina zebajan hat dayin
Berpirsiyarê Îthalat û Îhracata Wezareta Çandinî û Zîraetê Nûrî Îsmaîl daxuyanî da nûçevanê AAyê û wiha got: "Li herêma me hilberîna zebeşan kem bû, lê daxwaz zêde bû. Ji ber vê yekê kîloyek zebeş gihaşt 80ê centî. Ji ber gilî û gazinên welatiyan, me biryarek wiha da. Ji niha pê ve em ê ji Tirkiyê, Îranê û welatên derûdor zebeşan bikirin.
Îsmaîl anî ziman ji bo cotkarên herêmê yên ku zebaşan diçinîn zirar nekin, heta niha destûr nedane îthalatê.