GAZÎANTEP
Bi mazûvaniya Weqfa Bubulzade ya Perwerde, Çand û Piştgiriyê li Gazîantebê civînek hat li darxistin. Ligel fermandarên Artêşa Suriyeya Azad, hin alim û zana jî beşdarî civînê bûn.
Ji Artêşa Suriyeya Azad Fermandarê Lîwaya Nureddîn Zengî Tewfîq Şehabeddîn daxuyanî da muxabirê AAyê û dest nîşan kir ku dê Suriyeyê bi hev re û tevayî ava bikin, kurd, ereb û tirkmen ligel hev tekoşînê didin. Şehabettîn bal kişand ku hin xeletiyên wan çêbûne, lê niha yekîtiya xwe saz kirine û wiha pê de çû: "Em ji axa Suriyeyê çengekê jî nadin. Suriyeyê yekgirtî bimîne, em destûrê nadine tu kesî ku Suriyeyê belav bike."
Em ji PYDê xurttir in
Serokê Konseya Leşkerî ya Helebê Serheng Ebdulcebbar el-Aqidî jî got ku ji bo yekîtî û hevdengiyê civiyane, di meclisa wana leşkerî de tirkmen, kurd û ereb di bin heman banî de têdikoşin û di navbera wan de tu cihêtî tuneye. Aqidî wiha axivî: "Di van rojên dawîn de PYD derkete holê, ewna jî şebîhayên rejîmê ne. Înşaellah emê ji wan derbas bin. Hêza me ji ya PYDê zehftir e. Niha armanca me ya sereke hilweşandina rejîma Esedê zalim e."
Fermandarê Lîwaya Fatih Sultan Mehmed Mehmud Silêyman jî wiha peyivî: "Di navbera tirkmen û kurdan de yekîtî heye. Li hember rejîmê şer didome. Nikarin li bakurê Suriyeyê dewletekê ava bikin. Înşaellah hûnê di hefteyên pêş me de xeberên xweş bibihîzin. Piştgiriya Emerîkayê vala ye, tu tişt nekirin, nikarin bikin jî. Ewna xêra mislimanan naxwazin."