GAZÎANTEP
Civîna Forûma Lijneya Rêvebiriya Serokên Şaredariyên Asyayê (SŞA) ya 3yemîn li Gazîantepê dest pê kir.
Endamê Lijneya Rêveberiya SŞAyê û Serokê Şaredariya Mezin a Gazîantepê Asim Guzelbey di destpêka civînê de axivî û got ku dinya bûye wek bajarokekî û li wir ji her dîn û miletî mirov hene û tiştên wan ên hevpar zêde dibin.
Guzelbey got ku dixwazin ku hevparî li yalê hezkirin, dostanî û aştiyê be û wiha axivî: "Armanca Forûma SŞAyê ew e ku derfetên teknolojiyê peyda bikin, di navbera bajarên Asyayê de tevkariyekê pêk bînin, di navbera bajarên Asyayê de zanyarî û teknolojiyê parve bikin, bi tevkariya welatiyên ku li bajêr dijîn aştiyê çêbikin û ji bo welatiyan jiyaneke herî baş derxin holê."
Nûnerê Wîlayeta Bangkokê û Serokê SŞAyê Vallop Suwandee jî diyar kir ku bi civînên vê forûmê ve hemû serokên bajaran tecrûbe û agahiyên xwe parve dikin û ji bo pêşveçûyînê li ser wan dixebitin.
Suwandee diyar kir ku tu bajarek bi tena serê xwe pêşve naçe û wiha got: "Divê em bi destê hev bigrin û parvekirina agahiyan ve pêş ve herin."
Sekreterê Giştî yê SŞAyê Mihemed Xudadadî jî der barê xebatan de agahî da.
Ji Tirkiyeyê rayedarên Stenbol, Antakya, Kilîs û Gazîantepê bêşdarî civînê bûn. Ji Asyayê jî rayedarên ji Çîn, Lubnan, Tayland, Îran, Behreyn, Srî Lanka, Hindistan û Koreyê beşdarî civînê bûn. Civîn dê di 30yê çiriya paşîn de biqede.