TACLOBAN
Li ser bobelata li Filipînê çend roj derbas bûn lê digel vê yekê wisa xuya dike ku li herêmê dê bandora bobelatê demeke dirêj bimîne.
Niştecihên herêmê piştî bobelatê hewleke mezin didin ku wek berê bijîn.
Afatzede ji aliyekî ve hewl didin ku ji xwe re cihekî çêkin da ku barana gûr zirarê nede wan ji aliyê din ve jî hewl didin ku jiyana xwe ya rojane berdewam bikin. Mexdurên reben yên bobelatê diçin li sergoyên li kolanên Taclobanê û ji bo ku li xwe bikin di nav zibil de li cilan digerin.
Filipînî hewl didin ku cilên bi herî yên li sergoyan di nav ziblan de derxînin û ji pêlavan bigire heta şimik û îşlikan cilên li gor xwe di nav çopan de dibêjirin û ji bo ku wan paqij bikin û bişon diçin okyanûsê.
Ji rexê rê ji bo arîkarîyê gazî dikin
Bi dehan taclobaniyên bêçare jiyana xwe bi arîkariya xurekan berdewam dikin. Yên ku xurekên wan diqedin bi spreyan li ser dîwarên xaniyên xwe an jî li ser pankartan "em birçî ne", " em xwarinê dixwazin" dinivîsin û li kêlaka rê ji saziyên arîkariyê pakêtên xurekê dixwazin.
Bagera Haiyanê her tişt serobino kir û bû sedem ku gelê feqîr belengaz be û piştî bagerê taclobaniyên ku bi rûkeniya xwe dihatin nasîn, bi xemgînî li benda alîkarê ne.