Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me Peymana Sevrê qelaşt û avêt, bindestî û himayeyê qebûl nekir. Welatê me welatekî wisa azad û xweser e."
Serokomar Erdogan ji bo destpêka perwerdeya sala akademîk li Zanîngeha Weqfa Bezmîalemê axivî. Erdogan got ku rehma Xwedê li Bezmîalem Walîde Siltanê be û bihûştê nesîbê wê bike.
Erdogan di axaftina xwe de got ku di qada perwerde, dad, tenduristî û ewlehiyê de wan gavên bibiryar avêtine û di van qadan de Tirkiye gîhiştiye asteke bilind.
- "3yê çiriya paşîn girîng e"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku 3yê çiriya paşîn ji bo wî pir girîng e.
Erdogan got ku 12 sal berê AK Partiya ku ava kir yekem car beşdarî hilbijartinê bû û bi rayên gel ve bi tena serê xwe bû desthilat.
Erdogan daxuyand ku dema ew him serokê giştî yê partiyê bû, him serokê giştî û serokwezîr bû 12 salan serokatiya hikûmetan kir. Serokomar Erdogan got ku di wan deman de ji bo wan her tim 4 tişt girîng bûn û wiha axivî:
"Perwerde, dad, tenduristî û ewlehî. Me di van qadan de gavên bibiryar avêtin. Hemd ji Xwedê re her tim em pêşve çûn û ew sozên ku me dabûn me yek bi yek bi cîh anîn. Em li ser soza xwe sekinîn û di van 4 qadan de me Tirkiye gihande asteke bilind. Di qada perwerdeyê de li Tirkiyeyê guherînên mezin çêbûn. Dostê başan ji xwe diyar in. Dijmin jî diyar in. Helbet divê em tiştên baştir bikin. Helbet kêmasiyên me hene, lê tu kes rewşa 12 sal berê nayne bîra xwe. Hema rewşa îro dinêhêrin û dibêjin ev kêmasî heye, ev tişt kêm in. Ez rewşa Nexweşxaneya Vakif Gurebayê ya dema min a xwendekariyê baş dizanim. Lê dizanim ku nifşên îro wê rewşê qasî min nizanin. Em ji ku gîhiştin kîjan astê. Dema ku em didin ber hev, ez dibînim ku pêşeroja me dê baştir be. Bi îzna Xwedê ev ê bibe."