QAHÎRE
Wezîrê Parastinê Ebdulfetah es-Sîsî di axaftina xwe de gotibû ji bo ku bikaribim berpirsyariya têkoşîna bi teror û şîdetê re bigirim bangî hemû misriyên birûmet dikim bila roja înê dakevin qadan.
Koalîsyona Demokrasî ya li Hember Derbeya Leşkerî û komên alîgirên serokomarê hilbijartî Muhemed Mursî, gotibûn ku ev bang wekî dewata şerê navxweyî ye û îlan kiribûn ku dê roja înê li Qahîre û Gîzayê çalakiyên alîgiriya demokrasiyê li dar bixin.
Artêşa Misrê jî piştî banga Wezîrê Parastinê es-Sîsî ku xwestibû dakevên qadan, bangî xwepêşandêrên qada Rebîatu'l Adewiyeyê kir û ji wan xwest ku çekan bi kar neynin û çalakiyên xwe bi aştiyane li dar bixin.
Di broşûrên ku bi firokeyan hatin belavkirin de van gotinan cî girtin: "Hêzên çekdar, ji bo weletekî bihêz û ewledar têdikoşe. Artêş dijminiya mirovahî û dîn nake, çalakiyeke ku jiyan û azadiyê dixe xetereyê li dar naxe. Bi çekan neçe li ser birayê xwe yê ku piştgiriyê dide te. Em hemû bi hev re li hember şîdet û terorê bisekinin."
Li qada Rebîatu'l Adewiyeyê nêzîkî mehekê ye çalakiyên li hember derbeyê tên li dar xistin.
Di vê navberê de li el-Mahalleul Kûbrayê pêvçûn di navbera derbexwaz û derbenexwazan de derket, 6 kes birîndar bûn.
Şahidan gotin ku pêvçûn di navbera derbexwazên ku dixwastin bi trênê biçin qada Rebîatu'l Adewiyeyê û derbenexwazên ku dixwastin trênê bidin rawestandin de derket.
Derbenexwaz îro bi navê "Îna Valaderxistina Derbeyê" li 34 bajarên welêt dê çalakiyan li dar bixin.