QAHIRE
Li Misrê ji bo 6 kesan biryara dardekirinê hat dayîn û di nav wan de ji rayedarên el-Cemaetu'l Îslamiyeyê Asim Ebdûlmecîd jî heye.
Di rûniştina ku li Dadgeha Cezayê ya Gîzayê de ji bo Serokê Konseya Rêberiya Îxwanê Bedî, Sekreterê Giştî yê Partiya Dad û Azadiyê (PDA) Mihemed Bîltacî, Arîkarê Serokê Giştî yê PDAyê Îsam el-Aryan û rayedarê Tifaqa Neteweyî Safwet Hîcazî biryara cizayê hetahetayê hat dayîn.
Hat diyarkirin ku ji bo vê biryarê rêya temyîzê vekiriye.