Dadgehê dosye şand li cem miftî. Dadgehê biryar da ku di 21ê hezîranê de hukmê idamê yê ku ji bo 683 kesan hat dayîn dê li pêşberî wan bê xwendin.
Heman dadgehê der barê 528 kesên ku çendek berê ji bo wan hukmê idamê dabû biryara dawîn da. Dadgehê hukmê îdama 37 kesan a ku berê dabû pesend kir û cezayê 491 kesan jî zivirande hebsa muebet.
Hat diyarkirin ku ji bo biryarên doza navborî rêya temyîzê vekirî ye.
Piştî biryarên idamê li derdora dadgehê tevdîrên ewlekariyê hatin stendin.
Li gorî yasayên Misirê dosyeyên idamê piştî biryara dadgehê diçe ber destê miftî. Piştî ku nêrîna miftî tê stendin dosye dîsa diçin dadgehê û li wir biryara herî dawîn derdikeve.