Hat ragihandin ku îro li bajarê Gîza, Kalyûbiye, Menûfiye û Dekahliyê, dê dengdayin bidome. Lê belê li gor duh rêjeya kesên ku beşdarî dengdayinê dibin îro kêmtir e.
Li gor çavkaniyên ku ji hikûmetê hatin bidestxistin, duh rêjaya kesên ku dengê xwe dan di bin texmînan de ma.
Li hemûyê Misrê bi minasebeta roja duyem a hilbijartinan betlana fermî hat îlankirin. Hat gotin ku sedema îlankirina betlana fermî ew e ku hejmara kesên ku beşdarî hilbijartinan bibin zêdetir bibe.