WASHÎNGTON
Artêşa Amerîkayê hem ji bo alîariya mirovahiyê û hem jî ji bo êrîşên esmanî bibe ser milîtanên DÎŞIyê yên li nahiyeya Amîrliyê operasyon kirin. Amîrliya nahiyeya Iraqê du meh in di destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ye û piraniya nifûsa vê nahiyeyê tirkmen in.
Berdevkê Pentagonê John Kîrby daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Li ser daxwaza Iraqê artêşa Amerîkayê îro ji hewa ve alîkariya mirovahiyê bir nahiyeya Amîrliyê ku ev nahiye du meh in di destê DÎŞIyê de ye û DÎŞIyê ew bê nan û bê av hiştine. Bi hezaran tirkmenên şiî li vê nahiyeyê dijîn."
Kîrby got ku balafirên Awustralya, Fransa û Îngilistanê jî piştgirî dan operasyona alîkariyê û ji bilî alîkariyê balafirên Amerîkayê êrîş birin ser milîtanên DÎŞIyê yên der û dora nahiyeyê jî.
Di daxuyaniya Kîrby de wiha hat gotin:
"Ev operasyon ji bo alîkariya mirovahiyê ne. Li Iraqê ji bo alîkariya mirovahî heke hewce bike artêşa Amerîkayê dê bi Wezareta Karên Derve, Ajansa Pêşveçûna Navneteweyî ya Amerîkayê, hikûmeta Iraqê, YE û rêxistinên serbixwe di tev de, dê bi şirîkên navneteweyî re tevkariyê bike."