Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku ew ji ber banga çekdanîna PKKyê kêfxweş bûn.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Marîe Harfê di brîfînga xwe ya rojane ya çapemeniyê de li ser pirsekê der barê banga çekdanînê ya ji bo PKKyê de got "Em ji ber her pêngavên ji bo ku bi erênî vê mijarê çareser bike, kêfxweş bûn, kêfxweş dibin û em hemû aliyan ji ber ku ji bo aştiya mayînde hewl didin pîroz dikin."
Harfê da zanîn ku hûrguliyên der barê mijarê de dê di rojên pêşiyê de derkevin holê û got ku ew ê ji nêz ve geşedanan bişopînin.