DIYARBAKIR
Banga çekdanînê ya ji bo PKKya rêxistina terorê hêviya gihaştina zarokên xwe da malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKKyê ve hatin revandin.
Geşedanên ku bi artmosfera armiya ku bi pêvajoya çareseriyê çêbû, malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistina terorê ve hatin revandin, kêfxweş kirin. Malbat wisa difikirin ku bi çekdanîna rêxistinê dê zarokên wan jî ji serê çiyê bên daxistin û bi çar çavan li benda roja ku dê bigêhijin zarokên xwe ne.
Sureyya Toklara ku par kurê wê yê 14 salî ji aliyê rêxistinê ve hat revandin, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Toklarê diyar kir ku banga çekdanîna PKKyê bû sedem ku hêviyên wan geş bibin û wiha axivî:
"Bi taybetî di mijara vegerîna zarokan de hêviyên me çêbûn. Bila ji bo Xwedê her kes destê xwe bixe bin kevir û ji bo aştiyê çi ji destê wan tê bila bikin. HHewcedariya hemû Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Ev gel dê ew kesên dixwazin ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî vê aştiyê xira bikin, biavêje nav sergoya dîrokê. Em dixwazin ku demildest aştî çêbe û zarokên me vegerin."
-"Ji ber ku zarokên me li çiyê ne em xemgîn in"
Sabrî Onalan jî got par neviyê wî Muhammet Emîn Onalanê (21) xwendekarê pola 3yemîn ê Fakulteya Zanistên Civakî yê Zanîngeha Marmarayê tevî rêxistinê bû.
Onalan got ji ber banga çekdanîna PKKyê gelekî kêfxweş in û da zanîn li bendê ne ku ve bang bê bicîanîn. Onalan got "Ji ber ku zarokên me li serê çiyê ne em gelekî xemgîn in, xew nakeve çavê me" û wiha axivî:
"Em dixwazin ku xwendekarên li serê çiyê bigihêjin malbat û mektebên xwe. Daxwaza me hemûyan ew e ku vê biharê çek bên danîn. Heke çek bên dayîn dê ev yek ji bo me bibe şahî. Vê bangê em gelek kêfxweşkirin. Înşallah ev bi cî bê û dê û bav jî bigêhêjin zarokên xwe."
-"Ez gelek kelecanî bûm"
Behiye Erenê jî got kurê wî Fatîh Erenê xwendekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Pamûkkaleyê ya Denîzliyê wek endamê rêxistinê li çiyê ye û 2 biraziyên wî jî leşker in. Erenê destnîşan kir banga ku hat kirin ew gelekî kêfxweş kirin û got "Ez piştî vê bangê gelekî kêfxweş bûm. Ez gelek bi kelecan im, înşallah dê êdî aştî çêbe."
-"Em ji ber bangê ji şahiyan giriyan"
Alî Eren jî diyar kir ku bi saya pêvajoya çareseriyê êdî tu di pevçûnan de mirov nemirin û wiha axivî:
"Hemû zarokên li serê çiyê dê bigihêjin dayîkên xwe, êdî dayîk dê negirîn. Kesên serê çiyê, polês û leşker hemû zarokên vê welatê ne, hemû bira ne. Du biraziyên min leşker in lê kurê min li serê çiyê ye. Xwedê neke lê heke ker du derkevin hemberî hev dê çi be. Em ji ber bangê ji şahiyan giriyan. Êdî bes e, ev 40 sal in bi hezaran mirovên me mirin."
Dayîka Mazlûm Tûnçê xwendekarê beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Bozê Tunçê (60) jî got hikûmeta AK Partiyê karên bi xêr dike û wiha axivî:
"Ev sal û nîv e ku kurê min çûye lê înşallah dê vegere. Înşallah dê aştiyê pêk bînin û zarokên her kesê vegerin welatên xwe. Em ji ber van daxuyaniyan gelekî kelecanî bûn. Zarokên me çûn serê çiyê lê ew jî zarokên vê axê ne, bila êdî vegerin. Dema min xeberê bihîst min jê bawer nekir û ew qas kêfxweş bûm ku min got ez dê bifirim."
-"Agir bi dilê me ket, bila tu kesên din heman êşê nekişîne"
Nafiye Karaerê (58) da zanîn du keçên wê yên ku derketin serê çiyê di pevçûnan de mirin û got "Zarokên me dê paş ve venegerin lê dê bi vî bangê zarokên kesên din bigihêjin malbatên xwe."
Îsmet Karaer (60) diyar kir ku dê armosfera aştî û aramiyê pêk bê û wiha axivî: "Ocalan jî dixwaze ku çek bên danîn. Ev geşedaneke gelekî xweş e. Piştî zarokên me em naxwazin ku tu kesên din biçe. Agir bi dilê me ket bila tu kesên din heman êşê nekişîne."
Halîse Balika ku tu xeberê wê ji keça wê Ceyhan Balika ku 24 sal beriya niha tevî rêxistinê bû tune jî xwest ku dawî li heyama çekan bê û wiha axivî:
"Em ji bo kesên li çiyê dixwazin ku bila êdî aştî çêbe. Ciwanên me vegerin malên xwe. Em nizanin ku keça min a ku 24 sal berê çû sax e, an mirî ye, gelo gora wê heye an na? Me tenê ji televîzyonê bihîst ku miriye. Bila aştî çêbe ku êdî zarokên me bikarin vegerin malên xwe. yên çûy3i jixwe çûn. Xwedê wan bibexşîne, em dixwazin ku yên mayî vegerin malên xwe."