VAN
Li navçeya Ercîşê di navbera welatiyên ku li taxên Sogutlu û Koycukê dijîn de beriya 15 sal niha dijminatiyê dest pê kir. Dijminatiya di navbera malbatan de bi hewldanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dawî bû.
!5 sal beriya niha dijminatiya di navbera malbatan de bi şerekî ku tê de jineke 21 salî miribû û gelek kes birîndar bibûn dest pê kiribû. Ji bo ku dijminahiya di navbera her du malbatan de biqede li qada di navbera her du taxan de xwarina aştiyê hat dayîn.
Parlementerê HDPyê Ozdal Uçer, Hevserokên Şaredariya Ercîşê Dîba Keskîn û Abdurrhaman Çagan, Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik, nûnerên hin saziyên sivîl ên civakî û rîspiyên her du malbatan beşdarî xwarina aştiyê bûn. Di xwarinê de protokola aştiyê ya ku hatibû amadekirin, hat xwendin.
Di protokolê de zozanên ku dê niştecihên taxan bikarin derkevinê hatin diyarkirin. Her wiha di protokolê de diyar kirin ku divê dawî li mexduriyeta malbata jinika ku hat kuştin bînin û dozên ku ev bi salan e berdewam dikin paş de vekişînin.
Mixtarên taxan û nûnerên malbatan protokol îmze kirin û pişt re her du aliyan ji bo aştiyê dest hev girtin.