Artêşa Iraqê amadehî dike ku li dijî DÎŞIya rêxistina terorê operasyoneke berfireh bike. Wezîrê Parastinê Xalid el-Ubeydî ji bo ku amadehiyan di cî de bibîne, yekîneyên leşkerî yên artêşa Iraqê yên li herêma Taciya girêdayî bajarê Selahaddîn ziyaret kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xistin Wezîr Ûbeydî yekîneyên leşkerî yên ji bo ku li dijî DÎŞIyê şer bikin li herêma Taciyê hatin bicîkirin, kontrol kirin. Ubeydî vir bi fermandaran re civîn kir û der barê amadehiyên operasyonê û rewşa ewlehiyê ya li herêmên bi pirsgirêk de agahî sitandin. Xebatên Ubeydî û fermandaran ên li ser nexşeyan bal kişandin. Ubeydî amadehiyên operasyona tê payîn ku bibin li ser milîtanên DÎŞIyê yên li Selahaddîn û hawirdora wê, kontrol kirin. Ubeydî bi fermandaran li ser cebilxaneya leşkerî û hewcedariyên din ên ku dê di operasyonê de bên bikaranîn, axivî.
Li herêma Taciya girêdayî bajarê Selahaddînê ku dikeve bakurê Bexdayê, endamên eşîrên Meşahîdeyê ya Sunî, Dûleym, Zobe, Cûbûr, Akîdat, Benî Temîm û Qaysiyyûnê dijîn. Piştî dagirkirina DYAyê ya di sala 2003yan de balafirên şer ên DYAyê herî zêde li herêma Taciyê hatin daxistin. Li gor daneyên NYyê yên sala 2003yan nifûsa herêmê dora 300 hezarî ye. Li herêma ku Baregaha Leşkerî ya Taciyê wir e, berê fabrîkaya herî mezin a ku tê de melzemeyên ku ji bo çêkirina tankan de dihatin bikaranîn, hebû.
Li Iraqê piştî ku DÎŞIyê di 10ê hezîranê de Mûsil û pişt re herêmên din bi dest xistin, pevçûn derketin û ev pevçûn hê jî berdewam dikin. Artêşa Iraqê ya ku di nav de milîsên şiî jî hene û hêzên pêşmergeyan, ji bo ku axên di destê DÎŞIyê de xilas bikin operasyonan dikin. Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî ji hewayê piştgiriyê didin artêşa Iraqê.