WASHINGTON / NETEWEYÊN YEKBÛYÎ / AMMAN
Berdevka Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marîe Harf, daxuyand ku rewşa Kampa Yermukê ya Penaberan nebaş e.
Harf, di brîfînga çapemeniyê ya rojane de pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê rewşa Kampa Yermûkê ya Penaberan ya ji aliyê rejîma Esed ve hatiye dorpêçkirin de wiha bersivand: "Rewşa mirovên kampa Sûriyeyê û bi gelemperî rewşa Sûriyeyê nebaş e, ji ber zordariya rejîmê, rewşa wan dilê mirov disojîne."
- Raporên der barê birçîbûnê de me dixe nav fikaran
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martîn Nesîrky, got ku ji ber ku bi mehan alîkariya Sûriyeyî yên ji aliyê hêzên Esed ve dorpêçkirî nehat kirin, penaber bi mehan birçî man û raporên der barê birçîbûnê de me dixe nav fikaran.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Nesîrky pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê rewşa Kampa Yermukê ya Penaberan de daxuyanî da û di daxuyaniyê de cih da dîtinên Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsyarê Karên Însanî û Kordînatorê Rewşa Lezgîn Valerîe Amos. Amos dawiya hefteyê serdana Sûriyeyê kiribû.
Nesîrky da zanîn ku Amos, ji bo parastina sivîlan bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin kiriye û aniye ziman ku bi mehan alîkarî negihiştiyê 9 milyon û 300 hezar sûriyeyiyî, lê tiştê ku herî zêde wan dixe nav fikaran raporên der barê birçîbûnê de ne.
Nesîrky, pirsa der barê "nahêlin ku alîkarî bigihîje Kampa Yermukê ya Penaberan" de got ku li Sûriyeyê ji bilî hêzên rejîmê, hin hêzên muxalif jî rê ji çûnûhatinê re girtin. Nesîrky got ku Amos ji bo rê ji çûnûhatinê re bê vekirin hewl dide.
-"Penaber bi mehan birçî man"
Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) ya Urdunê ji bo penaberên ku li Kampa Yermukê ya Penaberan dijîn û jê 44 kesên ku li Şamê ji aliyê rejîma Esed ve hatin dorpêçkirin û ji birçîna mirin, meşa piştgiriyê kir.
Xwepêşandêran ji bo ku pêşengên welatên ereban li hemberî zilma ku rejîma Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed li qampê dike, pêşeng şermezar kirin. Her wiha li dijî Esed, Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas û Sekreterê Giştî yê Cepheya Rizgariya Gelê Filistînê Ehmed Cibrîl duruşme berz kirin.
Hatibû ragihandin ku kampa Yarmukê ya penaberan 185 roj e ku ji aliyê hêzên rejîma Esed ve hatiye dorpêçkirin û penaber ji ber birçîbûnê pelên daran dixwin.