ANKARA
Wezareta Xurek, Çandinî û Ajaldariyê diyar kir destûr nayê dayîn ku di eraziyên Dezgehên Çandiniyê de yên ku li ser sînorê Sûriyê û li Ceylanpinarê ne, bêyî çandiniyê di tiştekî din de bê bikaranîn.
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hin çapemenî û weşanan de hat îdiakirin ku Midûriyeta Giştî ya Dezgehên Çandiniyê, destûr daye ku Rêxistina El Nûsrayê hin erazî û mêvanxaneyên Dezgehên Çandiniyê yên Ceylanpinarê bi kar aniye, lê ev îdia ne rast in. Dîsa hat îdiakirin ku li vir kampeke El Nûsrayê hatiye avakirin, ev gotegot jî ne rast in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin teqez destûr nayê dayîn ku di eraziyên Dezgehên Çandiniyê de yên ku li ser sînorê Sûriyê û li Ceylanpinarê ne, bêyî çandiniyê di tiştekî din de bê bikaranîn. Dîsa di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Îdiayên ku mêvanxaneyên Dezgehên Çandiniyê yên Ceylanpinarê ji bo Rêxistina El Nûsrayê tê bikaranîn ne rast in. Qeyda mêvanên ku tên li vir dimînin, bi pergaleke durust tên kirin û li gor "Mevzûata Mer-î" her roj van agahiyan dişînin Navenda Pergala Ewlehiyê ku ew jî ji hêla Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê hatiye avakirin. Ev agahî di nav qeydên dezgehê de jî hene."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku qasî 60 kîlometreyî eraziyên Midûriyeta Dezgehên Çandiniyê yên Ceylanpinarê li ser sînorê Sûriyê ye. Qontrola ewlehiya van ereziyan ji Fermandariya Liq a Sînor a Piyadeyê tê pirsîn. Yanî di nav van eraziyan de kampa El Nûsrayê tuneye û destûr nayê dayîn ku kes ji vir derbasî Sûriyeyê bibe.