Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku dengdana pêşnûmaya destûrdayînê ya bikaranîna hêza leşkerî ya ku dê di 11ê îlonê de bihata kirin, hat taloqkirin.
Serokê Demokrat ê Senatoyê Harry Reîd got: "Berî dengdanê, dixwazim êmin bim ku Serok Obama firsenda pêşkişkirina doza xwe ya li Senato û gelê Amerîkayê hebe."
Reîd daxuyand ku li Sûriyê çekên kîmyewî tên bikaranîn, di demeke wiha aloz de di Senatoyê de dengdayîn ne guncaw e. Ya girîng zû bi zû pejirandina pêşnumayê nîne, ya girîng ew e ku pêşnûma bi rêk û pêk bê pejirandin."
Reid daxuyand ku ji ber rûdanên vê dawiyê biryara taloqkirinê hat dayîn.