Li DYAyê welatiyên li dijî şer, ji bo kesên ku li Sûriyê di êrîşa çekên kimyewî de mirin, li ber avahiya Kongreyê mûm vêxistin û wan qurbaniyan bi bîr anîn.
Êvarê komeke li dijî şer bi pankartên "Sûriyê nedin li ber bombeyan", "Şeran bisekinînin", "Şerê li Sûriyê bi tu hawî nayê qebûlkirin" protesto kirin.
Kom dirûşmeyên "Em êdî şer naxwazin" qêriyan û li ber derê avahiya kongreyê ji bo kesên ku li sûriyê di 21 tebaxê de bi çekên kîmyewî hatin kuştin, mûm vêxistin û wan bi bîr anîn.
Kom piştre bangî kongreyê kir û xwest ku daxwaza Obama ya ku mudaxeleya leşkerî ya li dijî rêjîma Esed neyê qebûlkirin.