ÎSTANBÛL
Wezîrê Vejîn û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, beşdarî Forûma Piştgiriya Hevkar a Geşadenê ya Navneteweyî ya ji aliyê Royal Dutch Shell ve hat amadekirin, bû û pirsên rojnamegeran ên der barê rojevê de bersivand.
Yildiz, pirsa tesîra mudaxaleya Sûriyê ya li ser petrola xam bersivand û got: "Daxwaza me ev e ku bihayê petrola xam dîsa bigihêje nirxa xwe ya rasteqîn, yanî jê kêm bibe û dakeve nêzikî 100-102 dolaran. Bawer dikim ku dê di demeke navsere de, dakeve. Lê belê dê her hinceta ragêşiyê bibe sedema bihabûna petrola xam. Divê, em bi vê yekê bizanin. Ji aliyê din ve, heke mudaxale niha neyê kirin, tê çaverêkirin ku bihayê petrolê dakeve."