Fatih Gazioğlu
13 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Hejmara bircên sondaja petrolê yên nîşaneya hilberîna petrolê ya Amerîkayê vê hefteyê 2 heb zêde bûn.
Li gor daneyên heftane yên Baker Hughesa saziya xizmetên qada petrolê weşandin, di navbera 6-12ê nîsanê da hejmara bircên sondaja petrolê ya li Amerîkayê li gor hefteya borî 2 heb zêde bûn û derketin 833yan.
Li gor rapora Ajansa Vejenê ya Navneteweyî ya ku 11 nîsanê hat weşandin, hejmara bircên sondaja petrolê ya Amerîkayê ji meha adarê vir va 340 hezar warêl daket û bû 99 milyon û 200 hezar warêl.
Piştî ku mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îran û Venezuelayê û bûyerên li Libyayê diqewimin, roja înê warêla petrola brent bi 71,65 dolarî, warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 63,81 dolarî hat firotin.