Türkan Tosun
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 71,46 dolarî tê firotin.
Bihayê warêla nefta brent roja înê heta 72,02 dolarî derketibû û roj bi 71,65 dolarî temam kiribû. Îro jî warêla nefta brent ji saet 09.26an pê va ji sedî 0,26 kêm bû û bi 71,46 dolarî tê firotin. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 63,63 dolarî hat firotin.
Ji ber ku Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) hilberînê kêm dikin, mueyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî Îran û Venezuelayê û aloziya li Lobyayê bûn sedem ku bihayê neftê di asta 70-72 dolaran da bimîne.
OPECê duh daxuyand ilberîna nefta xam di meha adarê da li gor mehek berê rojane 534 hezar warêl kêm bû û dakete 30 milyon û 20 hezar warêlî.
Di bazara kurewî da îro rapora piyasaya neftê ya meha adarê ya Ajansa Vejena Navneteweyî wê bê şopandin.