Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) diyar kir ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hêzên koalisyonê 12 erîşên hewayî yên nû birin ser hedefên DÎŞIyê yên ku li Iraq û Sûriyeyê ne.
Li gor daxuyaniya CENTOMê hêzên DYA û koalisyonê bi balafirên bombekirinê û şer ve ji hewayê ve 9 êrîş birin ser hedefên DÎŞIyê yên ku li Sûriyeyê ne. Artêşa DYAyê ji bilî hêzên koalîsyonê li Iraqê jî 3 êrîşên hewayî bir ser hedefên DÎŞIyê.
Hat ragihandin li nêzî bajarê Kobanêyê ku şerekî dijwar lê didome, di 8 êrîşên de 5 wesaîtên biçek, depoyeke îkmalê, kampa kontrolê û 8 bereqeyên DÎŞIyê hatin teqandin. Di êrîşa hewayî ya ku li rojavayê başûrê bajarê Reqayê hat lidarxistin de jî 4 wesaîtên DÎŞIyê hatin teqandin û 2 wesaîtên wan jî zirar dîtin.
Hat ragihandin Urdunê ji bo êrîşên li dijî DÎŞIyê yên ku li ser Sûriyeyê hatin kirin piştgirî da û rewşa Kobanêyê jî ji nêz ve tê şopandin. Ji bilî vê hat destnîşankirin piraniya bajêr di bin kontrola milîsên kurd de ye.
Di êrîşên ku li Iraqê li dijî DÎŞIyê hatin kirin de jî 4 wesaîtên biçek ên rêxistinê hatin îmhakirin, zirar gihîşt 2 wesaîtan û 2 kozikên cengê yên DÎŞIyê jî hatin hilweşandin.