LÛCKNOW
Li bakurê Hindistanê di du hefteyên dawîn de ji ber êrîşên pilingeke serberedayî 7 kes mirin.
Şefê Saziya Parastina Daristanê Rûbak De ragihand ku li eyaleta Ûttar Pradeshê pilingeke serberedayî herî dawî êrîşî jinikekê kiriye û li daristanê cinazeyê wê hatiye dîtin.
Rayedaran diyar kir ku li derûdorên gundên li daristanê pilingeke pirçî ya serberedayî ji bo xwarinê digere û di du hefteyên dawîn de 7 kes kuştiye û gundiyên herêmê ji tirsana nikarin derkevin derve.
Piştî ku hejmara miriyan zêde bû, ji bo ku pilingê bikujin li daristanê derketin nêçîrê. Rayedaran destnîşan dikin ku bila gundî li daristanê tenê negerin.
Tê gotin ku piling ji Parka Neteweyî ya Jîmê hatiye herêmê.