MÛMBAÎ
Li bajarê Mûmbaiya Hîndistanê qerebalixa ku ji ber mirina serokekî misilmanan şîn girê didan bû sedema xiringêleyê. Di xiringêleyê de 18 kes mirin.
Polêsan ragihand ku ji ber mirina Syedna Mûhamed Bûrhaneddînê ku serokê civata Dawûdî Bûhra a Misilman e, mirov civiyan û qerebalixek çêbû. Ji ber qerebalixê xiringêle çêbû û di xiringêleyê de 18 kes mirin û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bi hezaran kes li kûçeyên teng yên Gira Malabarê civiyan. Piştî ku şev deriyê mala serokê rûhanî hat girtin xiringêle derket.