Rayedarê Yekîtiya Afatê ya Neteweyî Sachîn Tambolî destnîşan kir ku di hezaza ku li eyaleta Maharashtrayê li gundê Malîna Pûneyê qewimî de hejmara miriyan derket 25an.
Hat ragihandin ku ji bo gundiyên ku winda ne tîmeke ku ji 250 kesan pêk tê li dorbera gundê Malînayê xebatên lêgerînê didomîne.
Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Navxweyî Rajnath Sîngh çû ciyê bûyerê.
Rayedar destnîşan dikin ku li gund 704 kes dijîn û tê texmînkirin ku 150 kes di bin xweliyê de mane.