Li gorî xebera Kanal 2 ya ku ji çavkaniyên leşkerî hildaye, artêş ji bo êrîşên bejayî berfireh bike, biryar da ku 16 hezar leşkerê dinê jî bigre.
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê ya ku bi navê "Xeta Parastinê" ya ku li ser Xezeyê didomîne de hêjmara leşkerên tevlî artêşê bûn derket 70 hezarî.
Hat diyarkirin ku Îsraîl xwediyê artêşeke bi pergal e û ji 400 hezar kesî pêk tê. Her wiha 200 hezar jî leşkerê cîgirê ji bo şer hatine perwerdekirin hene.
Ji 7ê tîrmehê heta niha di êrîşên Îsraîlê yên ku li ser Xezeyê didomîne de hezar û 363 kes mirin û 7 hezar û 600 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku heta niha di êrîşên li ser Xezeyê de 53 leşkerên Îsraîlê û 3 kesên sivîl mirin. Şaxa leşkerî ya Hamasê Lîwaya Îzetîn El-Qasamê jî diyar kir ku di êrîşan de 110 leşlerên Îsraîlê hatine kuştin.