Li gor agahiya Ajansa Rêvebiriya Afat û Agirkujê di lêhî û hezazê de 19 kes jî birîndar bûn. Rewşa du birîndaran giran e. Berdevkê Hikûmeta Herêmî Nakatoşî Okamoto daxuyand ku ji ber rewşa herêmê hejmara mirî, birîndar û windabûyiyan nayê zanîn.
Televizyona Japonyayê NHKyê dîmenên kesên ku ji hêla wezîfedaran ve hatin xilaskirin weşand. Di nûçeyan de hat gotin ku herî kêm hezaz kete berpalên 5 geliyan û li ser avahiyan de tên.
Di daxuyaniya wezîfadaran de hat gotin ku cardin baran bibare, dibe ku lêhî û hezazên din jî çêbibin.
Li Japonyayê avahî nêzîkî berpalan tên çêkirin û ji ber vê her tim hezaz çêdibin. Her çiqas ji bo ku berpal bên saxlemkirin xebat bên kirin jî, di 30 salên dawîn de gelek hezaz çêdibin.
Wezareta Axê ya Japonyayê daxuyand ku di 10 salên dawîn de, hezar û 200 hezaz çêbûne, 20 sal ewil ev hejmar 770 bûye.