Hüseyin Demirci
17 Adar 2025•Rojanekirin: 18 Adar 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hezazê veguhestina di rêbejayê da ji bo qederekê rawestand.
Li herêma Karakurtê li ser rêbejaya Sariqamîş-Qaqizmanê hezaz çêbû û zagên mezin totî ser rê bûn.
Li ser agahdarkirina ajokaran, ekîbên Rêveberiya Taybet a Navçeyê çûn deverê û bi makîneyên kar, zag û axa ku ketibûn ser rê, rakirin.
Piştî temambûna xebata ekîban, veguhestina di rê da cardin asayî bû.
Ajokaran jî xwest ku li cihê zag totî ser rê bûn, tedbîr bê sitandin.