Mert Aydinê 9 salî li Qersê piştî ku winda bû, cinazeyê wî di nav çeperekê de hat dîtin. Bersûc Aykut Balk bi îdiaya ku Aydin kuşt, di 1emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Ezurmê de hat darizandin û di celseya ewil de cezayê miebbedê yê girankirî û 36 sal cezayê hebsê xwar.
Bersûc Aykut Balk û Yolcu Aydinê bavê Mert Aydin, xizmên wî û parêzer beşdarî celseya ewil bûn.
Serokê Heyeta Dadgehê Saîm Koroglu sersaxî da bavê Aydin.
Bersûc Balk di parastina xwe de wiha got: "Min êrîşa destdirêjiyê û tecawiz nekir. Rojnamegeran, her kesî îftira avête min. Cezayê min çi be ez razî me ku bikşînim. Ez qebûl dikim ku min ew kuşt û ji ber vê çendê ez poşman in, lê ez bûyera destdirêjî û tecawizê qebûl nakim. Heke hûn ji bo destdirêjiyê ceza bidin min, ez ê xwe bikujim, hûn ê cinazê min derxin dadgehê."
-Bûyer-
Mert Aydin li Qersê taxa Îstasyonê û di Apartmana Barişê de dima. Aydin 6ê nîsana 2014an de ji bo ku xwarinê ji apê xwe re bibe, ji mal derketibû û berê xwe dabû kargeha apê xwe ya li ser kolana Faîk Beyê û piştî ku xwarin da apê xwe winda bûbû. Pişt re malbat çû cem polêsan û êxbar kir ku kurê wan winda bûye. Cinazê Mert Aydin di 7ê nîsanê, roja duşemê li taxa Karadagê nêzî çepereke kevin hatibû dîtin. Aykut Balk wek bersûcê cinayetê hatibû girtin û ew kiribûn Girtîgeha Girtî ya H Tîpiyê ya Ezurmê.