Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê do bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê 7, li Erdehanê 6, li Erziromê 5, li Agiriyê 2, li Erzîncanê 0 û li Îdirê jî 1 pîle hat pîvandin.
Li navendên xweşiqitandinê yên wek Palandoken û Konakliyê qalindiya berfê wek 10 santîmêtro hat pîvandin.
Li herêmê li gor texmînan wê hewaya herî germ jî li Îdirê 9, li Erzîncanê 6, li Agiriyê 2, li Erzirom û Qersê 1 û li Erdehanê jî di bin sifirê de 1 pîle be.