ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadolu bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 23 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariya Meteoroloyiyê hatin sitendin, herêm di tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye, hewayê ewrsayî be û car caran jî mijê derkeve.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di bin sifirê da 23, li Agiriyê di bin sifirê da 20, li Erziromê di bin sifirê da 13, li Ezircan û Qersê di bin sifirê da 12, li Mûşê di bin sifirê da 11, li Wanê di bin sifirê da 7, li Bidlîsê di bin sifirê da 5, li Hekarî û Îdirê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 7, li Wanê 4, li Hekariyê 2, li Bidlîsê 0, li Qersê di bin sifirê da 1, li Erzirom û Ezircanê di bin sifirê da 4, li Mûşê di bin sifirê da 5, li Agiriyê di bin sifirê da 6, li Erdexanê jî di bin sifirê da 7 pile be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 64, li Mûşê 24, li Hekariyê 20, li Wanê 16, li Erdexanê 15, li Agiriyê 12, li Erziromê 9, li Qersê û Ezircanê 4, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 80, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 75, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 45, li Ergana navenda xweşiqitandinê 12, li Çiyayê Kopê 51 santên hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî da welatiya ku bira ji bo palên ku berf zêde lê heye baldar bin, dibe ku aşît bikeve û bê tevdîr dernekevin rê.