ANKARA
Serokê Daîreya Sîstemên Agahiyê yê TÎBê yê berê Îlhan Elîeyîogluyê ku der heqê wî de di çarçoveya lêpirsîna der barê "sixûrî", "xirakirina yekîtiya dewletê" û "bi awayekî dereqanûnî guhdarkirina telefonên normal û bikrîpto" ya ku Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê dike de biryara girtinê hatibû dayîn, hat dadgehê û teslîm bû.
Elîeyîoglu bi parêzerê xwe ve hat Dadgeha Golbaşiyê û teslîm bû.
Li bendê ne ku Îlhan Elîeyîoglu îfada xwe bide Dozgerê Komarê Harun Ceylan.