Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li ser îxbarekê lêkolîneke ku 2 mehan berxwe da ya teknîkî û fizîkî kirin û paşê operasyon birin ser taxa Turnayê ya ku 70 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e. Gelek cendirme sewqî herêmê kirin û wan cendirmeyan ewlekariya dorberê pêk anîn.
Bi kûçikên perwerdekirî va li malên ku hatibûn nîşankirin da lêgerîn hatin kirin û di lêgerînan da 16 tiving, 6 debançe, 6 hezar û 689 fîşeng û dûrbîneke nîşangeriyê hatin girtin.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê da 4 kes hatin binçavkirin.