Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 9 pileyî ve li Erzirom, Agirî û Bidlîsê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di bin tesîra hulmegura limiz a Besrayê de ye û dê hewa bi perçe û zêde ewrawî be û dê li hawirdaora Erziromê cî ciyan berf û li hawirdora Erzînganê jî dê baran bibare.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erzirom, Agirî û Bidlîsê 9, li Qersê di bin sifirê de 7, li Erdexanê di bin sifirê de 8, li Mûşê 3 û li Wanê jî 2 pile hat pîvandin.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 135, li Agiriyê 35, li Mûşê 29, li Erziromê 22, Li Qersê 12, li Erdexanê 8, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 140, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 102, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 90 santêm hat pîvandin.
Li herêmê ji ber sermayê kûçe û kolanan cemed girt. Welatiyan ji ber cemedê gelekî tengasî kişandin.