Dinya

Li eyaleta Hinanê ya Çînê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 63yan

Şeyma Uzundere  | 25.07.2021 - Rojanekırın : 26.07.2021
 Li eyaleta Hinanê ya Çînê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 63yan

Ankara

Li bajarê Cingcou yê eyaleta Hinanê ya li naverasta Çînê, hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 63yan.

Li gorî nûçeya Xinhuayê, li tevahiya eyaletê barana gumrah tesîr li zêdeyî 9 milyon însanî kir, bi qasî milyonek însan jî bo herêmên ewle hatin veguhestin. Lehiyê zêdeyî 3 hezar û 800 mal dan ber xwe û xirab kirin û her wisa hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin jî derket 63yan.

Peywirdaran destnîşan kirin ku 5 kes jî wenda ne.

Alîkariya xwarin û xurek a bo herêmên ku lehiyê lê da didome.

Li eyaleta Hinanê barana gumrah a ku 17ê Tîrmehê dest pê kiribû, 20ê Tîrmehê bûbû sedema rabûna lehiyê.

Avê dabû ser metroya bajarê Cingcouyê û di encamê da gelek kes mehsûr mabûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın